Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Bestam”ê ser bi bajarê Seqizê, bi gulleyên şer û bi awayê rasterast, teqe li kolberekî xelkê bajarê Bokanê kirin ku hatiye birîndarkirin û rewşa wî bi xirab hatiye ragihandin.
Pêka rapora “Kolber News”ê roja Yekşemî 16ê Befranbarê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê “Bestam”ê ser bi bajarê Seqizê, bi awayê rasterast teqe li hejmarek ji kolberan kirin ku li encamê de kolberek ê bi navê “Omîd Efrûze” xelkê bajarê Bokanê, bi dijwarî birîndar bûye.
Pêka rapora “Kolber News”ê, ew kolberê birîndar bo nexweşxaneya Şefa li bajarê Seqizê hatiye veguihastin û pêka dawî raporan, rewşa tendirustiya wî gelek xirab e.
Hêzên hov ên rêjîma Îranê li deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, bi gulleyên şer û bê agehdarkirina berê, bi awayê rasterast teqê li kolberan dikin û li dema girtina wan de bi dijwarî îşkence dikin û pêka amarên belavbûyî li 6 heyvên destpêkî ya sala 1403 a Rojî de 106 kolber hatine birîndarkirin û 36 kolber jî hatine kuştin ku 10 kes ji wan kolberan, zarok bûne.