Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bernameya navkî ya rêjîma Îranê gihîştiye xala bêveger

11:05 - 7 Kanûna Paşîn 2025

Serkomarê Firansê li hevdîtin digel Wezîrên Derve de ragihand ku bernameya navkî ya rêjîma Îranê digihîje xaleke bê veger û rêjîma Îranê çalişa startejîk û ewlehî ya bingehîn bo Firanse û cîhanê ye.

Emanoêl Makron ê Serkomarê Firansê, roja Duşemî 17ê Befranbarê, li axaftinên xwe li kombûna digel Wezîrê Derve de bi rohnî ragihand ku bernameya navkiya rêjîma Îslamiya Îranê wê digihîje xaleke bê veger û Firansê hewcehî bi stratejî û gotûbêjên startejîk li derheq Îran û Donald Trump heye û dê wî karî jî bike.

Herwisa navbirî ragihand ku rêberên welatan dibe ji xwe bipirsin ku gelo dê mikanîzma maşe anku zivirîna tevahiya dorpêçan bo ser rêjîma Îranê çalak bikin an ne û ew mikanizma heta berî heyva Octobera Îsla dê bi dawî bê.

Herwisa navbirî piştevanî û alîkarîkirina rêjîma Îranê bi Rûsiyê li şerê digel Ukraynê, bi çalişa bingehîn a stratejîk û ewlehiya Rojhilata Navîn binav kir û got: “Rêjîma Îranê çalişa startejîk û ewlehî ya bingehîn bo Firanse, Ewropa û tevahiya dever û cîhanê ye”.