Li heyamê salekê de Zêdetir ji 31 jin li Îranê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin û ji sala 2010 heta 2024ê jî zêdetir ji 241 jin ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine bidarvekirin.
Pêka rapora saziya Mafê Mirovê li Îranê, vê rêjîmê ji sala 2010 heta 2024ê zêdetir ji 241 jin bidarvekirine û bi tenê li sala 2024 a Zayînî de zêdetir ji 31 jin hatine bidarvekirin ku amareke zêde li wan salan de bûye.
Bidarvekirina wan jinan li heyama 14 salên derbasdbûyî de pitir bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn bûne ku 9 kes ji vê amarê ew jin bûne ku li dema zarokatiyê de jiyana hevpar pêk anîne û 3 jin jî li dema dadgehîkirina wan de jêr temenê 18 saliyê bûne.
Bi gelemper %47.3 bi tohmeta kuştina bizanebûn û %44.4 ji bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber û %1.7 jî bi tohmeta “Muharibe û mofsidê fîl erz” hatine bidarvekirin ku yek ji wan bawirmendê ola Cihû û 2 jin jî Kurd bûne û tohmetên sepandî bi ser jinên din jî nerohn e.
Ew amara jinên ku hatine kevirbarankirinê li xwe nêgirtiye.
Herwisa rêjîma Îranê bi tohmetên cuda sizaya bidarvekirinê bi ser çendîn jinên din de jî sepandiye ku “Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, bi tohmetên siyasî, ji aliyê rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.