Castîn Trodo ragiahand ku dest ji posta serokwezîriya Kanadayê û herwisa serokatiya Hizba xwe berdaye û ragihand ku Kanadayê hewcehî bi rêberiyeke bihêztir heye û li hilbijartina bê de dibe bo xwe hilbijêre.
Roja Duşemî 17ê Befranbarê, “Castîn Trodo”, Serokwezîrê Kanadayê li civînekê de bi fermî ragihand ku dest ji posta serokwezîriya kanadayê û serokatiya hizba Lîberal a Kanadayê berdaye lê heta hatineserkarê berbijêrê nû dê li karê xwe berdewam be.
Navbirî ragihand ku Kanadayê hewceyî bi rêberiyeke bihêztir heye û li rewşa niha de ew nikare berbijêrê bihêz bo xelkê Kanadayê be û hewce ye ku rêberiyeke bihêztir, rêberiya Kanadayê bike û welatê wî hewcehî bi rêberiyekê heye ku baştrîn alternatîv bo sekinîn li hember çalişên bê yê Kanadayê be.
Rikeberê Castîn Trodo ê bi navê “Piyêr Poalîvêr” li hizba Parêzvan a kanadayê, %20 ji Castîn Trodo li nav xelkê Kanadayê de xoşewîstire.
“Piyêr Poalîvêr” berbijêrê yekem bo serokwezîriya Kanadayê ye û kesekî bi tevav dijî rêjîma Îranê ye û li vê derheqê de jî gotiye ku “êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser binke û navendên navkî yên rêjîma Îranê, dê mezîntirîn xelat bo mirovahiyê be”.