Wezêrê Berevaniya Îsraîl Huşdarî da Hemasê ku hekî barimteyên li destê xwe de azad nekin, dê derbeke girantir ji berê bi wan bê weşandin.
Îsraîl katz ê Wezîrê Berevaniya Îsraîl, bi tekezî ragihand ku hekî Hemas, barimteyên li destê xwe de azad neke û li êrîşkirinên bo ser deverên Îsraîlê berdewam be, dê derbeke gelek giran ku heta niha li Xezê de bi wan neketibe, dê bi wan bê weşandin.
Wezîrê Bervaniya Îsraîl ragihand ku xweparastina Hemasê ji azadkirina barimteyan li halekê de ye ku Îsraîl amade bûye pêka rêkara ku ji aliyê serkomarê Amerîkayê ve hatiye pêşniyarkirin, lihevkirinên berfireh çê bikin.
Berpirsên Hemasê pêştir amadebûna xwe bo sazan û lihevkirinê digel Îsraîl bo cihgîrkirina aşitiyê erê kiribûn ku azadkirina barimteyan yek ji wan xalan bû û hinek mijarên din jî hebûn ku pêka gotinên wan nêzî çareser kirinê bibûn, lê Hemas berwajiyê gotinên xwe, niha amade nîne barimteyan azad bike.
Rêjîma Îranê hemû hewla xwe dide ku careke din agirê şer û fitneyan li deverê bi taybet li Sûriye û Lubnan û Felestînê de xweş bike ku bikare bi awayekê şikesta xwe ya serşorane li Rojhilata Navîn de perdepoş bike.