Serekomarê Firansê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê erxahîn dike ku dê hertim piştevanê wan be.
Serokwezîrê Firanêsê bi tekezî ragihand ku dê bi berdewamî piştevaniyê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bikin û erxahînî da Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku dê hertim piştevan û hevderdê wan bin.
Roja Duşemî 17ê Befranbara 1403 a Rojî, Serkomarê Firansê Emanoêl Makron, li kombûna salaneya digel balyozên Firansê li cîhanê, bas li rewşa niha ya Sûriye, xezê, Rûsiye û Ukraynê kir û li derheq Kurdên Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku Kurd li hember girûpên terorîstî bi taybet DAÎŞê de şer kirine.
Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Em sozê didin Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku hertim piştevanê wan bin û dê her dem xemxorê wan bin.
Herwisa navbirî li derheq desthilata nû ya demkî ya Sûriyê de ragihand: “Firance dê li proseya demdirêj a veguhastina desthilatê de dê hevkarê dewlet û xelkê Sûriyê bike ku Sûriyeyek azad û xwedî keramt ku rêz ji çendîn netewîbûn û cudatiyên siyasî û etnîkiyên xwe bigre, bê avakirin.
Piştî sernixûniya rêjîma Beşar Esed, û nîgeraniya pêşeroja Sûriyê û nerohniya qedera Kurdan li wî welatî de, welatên cuda ji wan Amerîka, Firanse, Alman, û piraniya welatên dinê ye Ewropa, Yûnan, Kanada û gelek welatên dinê, piştewaniya xwe ji dabînbûn û berçavgirtina mafê gelê Kurd li Sûriya nû de dane xuyakirin.