Hêzên îtilaata rêjîmê digel hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li êrîşkirinekê de bo ser çend deverên bajarê Nusretabadê, ser bi bajarê Zahidanê, zêdetir ji 38 kesan binçav kirin ku hejmarek ji wan jin in.
Pêka rapora Navenda mafî mirovî li Îranê, roja Sêşemî 18ê Befranbarê, îtilaata rêjîmê û hêzên leşkerî bi 10an maşînên serbazî û curên din, li êrîşkirin û dorpêşkirina çend taxên bajarê Nusretabadê ser bi bajarê Zahidanê, zêdetir ji 38 hevwelatiyên Belûç binçav kirine ku hejmarek ji wan binçavkiriyan, jin in.
Heta belavbûna vê nûçeyê û bi pêka rapora Navenda mafê Mirovî li Îranê, navê 20 hevwelatiyên Belûç hatiye zanîn ku vê navenda mafê mirovî li rapora xwe de belav kiriye.
Rêjîma Îranê bi awayekî hovane êrîş dike ser xelkê Kurd û Belûç û li Rojhilatê Kurdistanê de jî binçavkirina xoseraneya welatiyên Kurd berdewam e û li bajarê Ehwazê de jî rêjîma Îranê li heyama heftiyekê de zêdetir ji 10 kes ji welatiyên Erebê Ehwazê binçav kirine.
Heta belavbûna vê nûçeyê sedema binçavkirin a wan hevwelatiyên Belûç û Ereb nehatiye zanîn.