Pexşan Ezîzî, girtiya siyasiya Kurd ku ji aliyê dadgeha rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin, ji aliyê dadgeha bilind a rêjîmê ve jî ew sizaya sepandî, hate rêkirin.
Dîwana bilind a rêjîma Îranê li roja Çarşemî 19ê Befranbarê, sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî, girtiya siyasiya Kurd erê kir, pêştir Pexşan Ezîzî, ku ji aliyê lêpirsê taya 5 a dadgeha ewlehiya rêjîmê li girtîgeha Êvînê tohmeta “Bexî bi rêya endametî li girûpên dijbere rêjîmê” bi ser “Pexşan Ezîzî” de sepandibû, li taya 26 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Têhranê de sizaya bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin.
Parêzerê “Pexşan Ezîzî”, yê bi navê “Emîr Reîsiyan” tevî piştrastkirina biryara dadgeha bilind a rêjîmê ragihand ku me piştî biryara dadgeha inqilab a bajarê Têhranê, dosyeya Pexşan Ezîzî bo pêdeçonê bo dadgeha bilind a rêjîmê şand, lê tevî hemû pirsgirêk û kêmiyên belgeyan, taya 39 a dadgeha bilind a rêjîmê, sizaya bidarvekirinê erê kir.
Pexşan Ezîzî li 13ê Gelawêja 1402 a Rojî li şehreka Xerrazî ya bajarê Têhranê de ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve, hate binçavkirin û piştî îşkencekirin û lêpirsînan bo benda 209 a girtîgeha êvîn û piştre bo benda jinan a vê girtîgeha rêjîmê hate veguhastin.