Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Teşkîlata Hizba Dêmokrat a kurdistana Îranê bi belavkirina daxûyaniyekê ragihand: Parastina nasnameya netewî û xebat li pêxema azadiyê de em bi erkekî giştî dizanin

11:56 - 9 Kanûna Paşîn 2025

Di destpêka daxûyaniya Navenda teşkîlata Hizba Dêmokrat de hatiye:

Navendên tepeserkare komara Îslamî li Kurdistanê de li heyamê çend hefteyên derbasbûyî de pêleke nû a girtina çalakên medenî, çandî, û xelkê sivîl dest pê kirine û li navendên ewlehiyê de bo hejmarekî zaf a wan girtiyan re perwendê ewlehî çêkirine ku li bê dadigehên rêjîmê de siza bi ser parek ji wan de hatiye sepandin û parekî din jî bendê ne ku sizayê diyarîkirî yê navendên ewlehiyê ye rêjîmê bi ser wan de bê sepandin.

Dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê li heyamê sala derbasbûyî de 1235 kes li Îranê de bi tohmeda dijayetiya digel rêjîmê destbiser kirine ku 630 kes ji wan, Kurd bûne.Ev sedan kurdane ku parek ji wan xebatkarê medenî, civakî, jîngeparêz, û çalakên varê Zimanê Kurdî bûne, tohmeta têkdana ewlehiya welat xistine ustiyê wan û bi vê hêcetê rapêçane heps û girtîgehan.

Li pêla herî nû a girtin û givaşa bo ser xortên Kurd, dehan kes bi sûçê li berkirina kincên Kurdî bo navendên ewlehî hatine gazîkirin ku ewa jî hemî nîşana tirsa rêjîmê li tevgêra siyasî netewiye  gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê  ye.

Di parekî dinêye daxûyaniya navenda Teşkîlat de hatiye: Rêjîm bi xeyala xwe û bi wan givaş û gefan dixwaze pêşya xebata siyasî Kurd bigre, ev jî di demekê de ku rêjîm li nava qopiya mirinê de bat bûye û şiyana xwe xelaskirinê nemaye.

Di dirêjiya daxûyaniyê de hatiye: Rêjîm li 46 salên deshilata xwe de bi tepeserî û dijminayetiya digel xelkê Kurdistanê de xwe ceriband û bi heçî çekekê û siyaseta kuştarê ku cehda tepeseriya xebata û tevgêra rizgarîxwazane a Kurdistan daye, ji bilî evê ku kerb û kîna gelê kurd zêde kiriye û îrada nasnamexwaziyê zêde kiriye, ti berhemek bo rêjîmê re çinebûye. Lewra Navenda Teşkîlata Hizba Dêmokrat bi baveî û îmana ku bi xebat û berxwedana berheqe xelkê Kurdistanê heye û erxayîne ku îrada gelê kurd dê bi ser vê rêjîmê de serkeve, wan givaş û girtina xelkê jî bi nîşana zelûlî û damayî ya rêjîmê dizane.