Li berdewamiya tepeseriya çalakvanên medenî li bajarê Ehwazê, zêdetir ji 15 kes ji xelkê bajarê Ehwazê bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî ji aliyê îtilaata rêjîmê hatine binçavkirin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî 19ê Befranbara 1403 a Rojî, hêzûn îtilaata rêjîmê bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî, çendîn kes ji kesayetî û çalakên netewa Ereb li “Melaşiye û Şîlengabad”ên bajarê Ehwazê de binçav kirine.
Herwisa 3 bira yên bi navên “Xalid, Elî û Mihemed” Emûrî, li bajarê Ramşîrê de ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê de bê belgeya yasayî hatine binçavkirin.
Li 17ê befranbarê de jî çalakvanên medenî yên Ereb, “Seîd Îslamî Merzre`e, lêkoler û nivîskar, Mîlad Behrî, çalakvanê medenî, wênegir û nûçegihanê xelkê bajarê Şadigan, Sadiq Mensûrî, Mensûr Casimî, Ehmed Celalî, Husên Seîdî, Seîd Felahî, Ehmed Xalidî, Eyûb Terefî, Yûsif Saêdî, Mihemed Eyaşî û Elî Siwarî” ji aliyê îtilaata rêjîmê ve hatine binçavkirin û roja pêştir jî Seyîd Haşim Mûsewî(Hermûşî) li taxa Şîban a Ehwazê de hatiye binçavkirin.
Li 16ê Befranbarê de jî “Yûnis Xerbawî û Riza Zehîrî” û 3 kesên din ku nasnameyan wan nehatiye belavklirin li taxa melaşiye ya bajarê Ehwazê de hatine binçavkirin.
Pêka dawî raporan, hejmareke din ji çalakvanên Ereb li bajarê Şadiganê de hatine binçavkirin ku nasname û hejmra wan nehatiye zanîn.