Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eniya Yêkgirtiye Kurd gazîkirina welatiyên Kurd bo navendên ewlehî şermezar dike

12:02 - 9 Kanûna Paşîn 2025

Eniya Yêkgirtiya Kurd bi belavkirina daxuyaniyekê gazîkirina welatiyên Kurd ên beşdar li rêûresmeke dawetê de li bajarê Pîranşehrê mehkûm kir.

Peyama Eniya Yêkgirtiya Kurd li vê derheqê de wihaye:

Li dawetekî bajarê Xanê girêdayî bi parêzgeha Urmiyê ku bi rê ve ço, bi hegera liberkirina cilûbergên Xakî yê Kurdî û govend û şahiyê, navendên ewlehî yên rêjîmê hejmarek welatî li ser daxwaza polîsê Feta gazîkirine dadigehê.

Roja sêşemiyê 11ê meha Befranbara 1403 an aliyê kêm 58 welatiyên Pîranşehrê û akinciyên cihên dinê yên parêzgeha Urmiyê, bi sûçê liberkirina cilûbergên Kurdî û girtina govend û dîlanê li bajarê Xanê, bo navendên ewlehî gazî kirine û gotine wan ku divê li heyamê 5 rojan de xwe bi çiqa yêk a lêpirsîna dadigeha Xanê bidne nasandin.

Eniya Yêkgirtiya Kurd bi tundî wan cure reftar û kiryarên neasayî mehkûm dike û daxwazê dike ku hurmeta çand û edetê xelkê vê parêzgehê û xelkê Kurdistanê bi giştî bigrin.

Eniya Yêkgirtiya Kurd

19ê Befranbara 1403 a Rojî