Rêjîma Îranê li roja derbasbûyî de li girtîgehên xwe li bajarên Kerec, Sebzewar û Kirmanê de çendîn kes bidarvekirin.
Navenda mafê mirovî li Îranê ragihand ku roja Çarşemî 19ê Befranbarê, girtiyek ê bi navê “Solêyman Bozogmêhr” li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê li bajarê Kerecê û Hemîd Aşina(Notîzêhî) ê bavê 2 zarokan, xelkê bajarê “Zahidan”ê li girtîgeha rêjîmê li bajarê kirmanê de hatine bidarvekirin,
Ew 2 kese pêştir bo tohmetên pêwerndîdar bi madên hişber ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.
Herwisa li vê rojê de girtiyek ê bi navê “Elîriza Mêhrabadî” ku pêştir ji aliyê rêjîmê ve bi tohmeta kuştina bi zanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandîn, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sebzewarê de hate bidarvekirin.
Rêjîma Îranê li roja Sêşemî 18ê Befranbarê de jî, “Mizefer Şasiwarî, yê temen 45 salî xelkê bajarê Kirmaşanê, Mihemed Şehîdî yê temen 37 salî xelkê bajarê Kirmaşanê û Eşkan Kazimî yê xelkê Giyelan”ê, ku pêştir bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin, li girtîgeha Dîzilabad a rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hatine bidarvekirin.