Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî, desthilata nû ya Sûriyê bi dagîrker, binav kir û soza hilveçandina vê da

11:32 - 2 Kanûna Paşîn 2025

Rêberê rêjîma Îranê tevî hemû cinayet û dagîrkeriyên xwe, desthilata nû ya Sûriyê bi dagîrker binav kir û bo çewtekarî û xapandina xelkê û alîgirê xwe soz da ku ew desthilata dê bê herifandin.

Elî Xamineyî tevî hemû dagîrkarî, alozkirina Rojhilata Navîn û kuştina xelkê bêtawan, malwêranî û awarebûna dehan milyon kesî, desthilata nû ya Sûriyê bi dagêrker binav kir û bo xapandina xelkê û herwisa alîgirên xwe soza hilveşêna desthilata nû ya Sûriyê da û îdia kir ku ew dagîrker û tevgerek batil û pûç e.

Gotina wî rêberê çewtekjar ê rêjîmê li halekê de ye ku derbeke gelek mezin li Sûriyê de bi rêjîma Îranê kevt û bilî bi kuştindana xelkê Sûriyê, milîsên xwe û pasdarên terorîst û talankirina dahata xelkê Îranê û îflasa aborî, ti encamek nebû.

Desthilata nû ya Sûriyê li vê dawiyê de daxwaza 300 milyard Dolar xisaret ji rêjîma Îranê kiriye ku bi xerckirina 30 milyard Dolar bi encamdana fitneyan, zêdetir ji 300 milyard Dolar xisar gihandiye xelkê Sûriyê.