Hêzên hov ên rêjîma Îranê kolberekî xelkê gundê Doleto”yê li bilindahiyên sînorî yên bajarê Srerdeştê de bi dijwarî birîndar kirin.
Pêlka rapora Kurdpayê, roja Sêşemî 18ê Berfranbara 1403 a Rojî, kolberek bi navê “Şahîn Resûlhesen” ê xelkê gundê “Doleto”yê ser bi bajarê Seredeştê, li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li bilindahiyên devera sînorî ya Casûsanê ser bi bajarê Serdeştê, bi dijwarî birîndar bûye.
Pêka vê raporê, hêzên hov ên rêjîmê teqe li pêyekî wî kolberî kirine ku bi dijwarî birîndar bûye û bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.
Herwisa li roja Yekşemî 16ê Befranbarê de jî kolbrek bi navê “Omîd Efrûze” li encama teqeya hêzên hov ên rêjîmê li bilindahiyên devera “Bestam”ê ser bi bajarê Seqizê, bi dijwarî birîndar bûye.