Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, hevdîtin kirin

11:51 - 11 Kanûna Paşîn 2025

Pistî herifîna rêjima dêktator a Sûriyê û dastpêkirina rewşeke nû li deverê, Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li pêxema yekgotariya netewî, hewldanên xwe bo bihevnêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rijdtir kirine û bo vê yekê, çendîn hevdîtin û pêywendiyên rasterast digel her yek ji Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk û îdareya Birêveberiya Rojavayê Kurdistanê encam dane.

Li berdewamiya wan hewlan, roja 9ê Kanûna Duyem a 2025ê şanda nûneratiya Hizba Dêmokrat bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” Nûnerê Hizba Dêmokrat li Hewlêrê, digel şanda serkirdayetiya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê, bi serperestiya “Mihemed Îsmaîl” serokê Encumena Niştimaniya Kurd kombûnek lidar xistin û tevî gengeşekirina rewşa deverê û bûyerên dawî yên pêywendîdar bi rewşa Kurd li her beşeke Kurdistanê, geşbîn bûn ku li vê qonaxa hestiyar de derfetek bo Kurdan peyda bûye û hewceye bi yekdengî û tebayiya hemû aliyên siyasî û niştimanperwerên Kurdistanê, bikarin mafê Kurd bi dest ve bînin.

Hewceyî gotinê ye ku hemû aliyan, tevî spaskirin û pêzanîna xwe li derheq destpêşxistina Hizba Dêmokrat li pêxema yêkitiya nav mala Kurd û hewldan bo bidestveanîna mafê netewiya me li rewşa nû li Sûriyê û deverê de niyetpakiya xwe bo heçî hewleke dilsozane bo vê armancê, ragihandin.