
Rêjîma Îranê ku li şerê Rûsiye digel Ukraynê, piştevaniya cebilxaneyê dide Rûsiyê, dixwaze girêbesta 20 sale digel Rûsiyê wajo bike û Rûsiye li nêzî bajarê Çabiharê li parêzeha Sîstan û Belûçistanê binkeyên leşkerî ava bike.
Rêjîma Îranê ku li asta cîhanê de li rewşeke xirab deye, niha dixwaze girêbesteke 20 sale ku naveroka vê ji aliyê Rûsiyê ve hatiye nivîsandin, digel Rûsiyê wajo bike û rê bo hatina Rûsiyê bo avên gerim li Rojhilata navîn xweş bike.
Li halekê de Rûsiyê li pirsgirêka dorgeyên Ebûmûsa, Tunbên mezin û Tonbê biçûk de, pişta Îranê bi qazanca Îmaratê berda, rêjîma Îranê bo mana xwe amadeye her cure girêbestekê digel Rûsiyê wajo bike, her çi qas ku heta niha çendîn berpirsên rêjîmê bi eşkere ragihandine ku nabe bawerî bi Rûsiyê bikin.
Li vê derheqê de çalakvanê Belûç “Hebîbullah Belûç” ragihandiye ku sefera duyem a serkomarê rêjîmê Mesûd Pizişkiyan bo parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi tenê bi armanca amadekirina vê bernameya rêjîma Îranê bo Rûsiyê ye.
Deqa qisên “Hebîbullah Belûç” wihane
Vîdeo