
Nasnameya welatyiyekî xelkê Kirmaşanê ku li girtîgeha rêjîmê de hatibû bidarvekirin eşekre bûye, herwisa roja Pêncşemî 20ê Befrabarê jî kesek li girtîgeha Destgird a rîjîmê li bajarê Îsfehanê de hatiye bidarvekirin.
Pêka dawî amarên belavbûyî, roja 18ê Befranbarê, girtiyek ê bi navê “Ferman Efrîstem” ê xelkê gundê “Milke Şêrxan”ê ser bi bajarê Kirmaşanê ku 4 salan berî niha hatibû binçavkirin û bi tohmeta kuştina bizanebûn ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Kirmaşanê de hate bidarvekirin.
Herwisa li sibêdeha roja Pêncşemî 20ê Befranbarê, “Semed Necarî Esl” ku li sala 1398a Rojî de bi tohmeta kuştina bizanebûn hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha Destgird a rêjîmê li bajarê Îsfehanê de hate bidarvekirin.
Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeseriya xelkê Îranê bi taybet xelkê Kurd û Belûç bi kar tîne.