Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qonaxeke nû ya siyasî li Lubnanê dest pêkir

11:59 - 11 Kanûna Paşîn 2025

“Cozêf Ewin” bo serkomariya Lubnanê hate hilbijartin û navbirî jî ragihand ku bi tenê dewletê mafê hebûna çekan heye, ew hilbijartin derbeke giran a din bi rêjîma Îranê û pîlanên vê rêjîmê li Lubnanê  de ye.

Parlemana Lubnanê li Roja Pêncşemî 20ê Befranbarê, siyasetvan û fermandeyê Artêşa Lubnanê “Cozêf Ewin” ku kirîstiyaneke Marûnî ye, bo Serkomariya Lubnanê hilbijart, navbîrî ragihand ku dê hewlê bide, çek bi tenê li destê hikûmetê de be.

Li vê derheqê de Serokwezîrê Lubnanê, “Necîb Mêyqatî” jî ragihand ku çekkirin li başûrê Lubnanê de dê dest pêbike.

Hatineserkar a “Cozêf Ewn” derbeke giran a din bi rêjîma Îranê û pûçbûna hewlê rêjîma Îranê bo bi kuştindana xelkê Lubnanê û avakirina desthilata paralêl li Lubnanê ye ku bi rêya Hizbullahê, destverdan li hemû karûbarên Lubnanê dikir.

Pêka rapora Reutersê, “Silêman Firinciye”, berbijêrê ku Hizbullahê piştevanî lê dikir, ji berbijêriya serkomariyê xwe paşve kêşabû û piştevanî li Cozêf Ewin kiribû.

Pêka rapora banka cîhanî, bi sedema fitneya rêjîma Îranê li Lubnanê, li şer digel Îsraîl, 8 milyard û 500 milyon Dolar, xisar li aboriya Lubnanê kevtiye.

“Cozêf Ewin” li yekem hilbijartina parlemana Lubnanê de bi 86 dengan ji koma 128 dengan, serkomariya Lubnanê bi dest xwe ve anî.