Rêjîma Îranê nikare şewat û wizeya hewce bo karên îdarî û herwisa xwendingehan dabîn bike lewma îro piraniya parêzgehên Îranê teîtîl in.
Bi sedema nebûna berq û gazê li Îranê, li hemû parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û piraniya parêzgehên din ên Îranê, îdareyên hikûmî, xwendingeh, zanîngeh, bank û damezraveyên giştî, karê wan sekiniye û rêjîma Îranê li wan cihan de teitîlî ragihandiye.
Rêjîma Îranê îdia dike ku bo birêveberiya bikaranîna wize û kêmkirina pîsbûna hewa biryrara daxistinê li wan parêzgehan de daye, lê li rastiyê de rêjîma Îranê şiyana dabînkirina berq û gaza hewce bo xelkê Îranê nîne.
Li halekê de ku Îranê yek ji xwediyên mezintirîn kangehên neft û gaz li cîhanê ye, bi sedema siyasetên wehmî yên rêjîma Îranê niha gaz û berq dest nakeve, piraniya karên xelkê bi taybet pîşe û berhemanîn sekinîne û rewşa aborî roj bi roj xirabtir dibe.
Herwisa rêjîma Îranê her rojê li jêr navek û bi îdiayeke wehmî, berq û gazê qut dike ji aliyê din ve hinardekirina gaz û neftê bo derveyî welat zêdetir kiriye û dahata vê jî bi serastî nexuya ye.