
Kesekî xelkê Swîsê ku rêjîma Îranê bi tohmeta sîxuriyê binçav kiribû li girtîgeheke rêjîma Îranê de bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest daye û rêjîma Îranê îdia dike ku wî xwe kuştiye.
Wezareta Derve ya Swîsê bi belavkirina daxuyaniyekê li roja înê 21ê Befranbarê, daye zanîn ku daxwaz ji rêjîma Îranê kiriye ku sedema canjidestdana wî kesê Swîsê bi zanyariyên serast û hûr bo Swîsê eşkere bike.
Li vê daxuyaniyê de hatiye ku Swîsê daxwaza lêkolîneke hûr li derheq sedema canjidestdana wî kesê Swîsî kiriye.
Herwisa wezareta Derve ya Swîsê daye zanîn ku li 20ê Sermawezê de ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine agehdarkirin ku kesekî Swîsî bi tohmeta sîxurî hatiye binçavkirin.
Pêka zanyariyan,ew kesekî temen 64 salî bûye ku bi armanca geştiyarî serdana Îranê kiriye û nêzî 20 salan li Swîsê nebûye û li Afrîqaya başûr de akincî bûye.
Rêjîma Îranê ew geştiyarê Swîsî bi tohmeta sîxurî bo Îsraîl binçav kiribû û îdia kirine ku navbirî çend mînakên axa cihên ku Îsraîlê li vê dawiyê de êrîş kirye ser, kom kirine!