Rêjîma Îranê li roja derbasbûyî de bi tenê li girtîgeha Qizilhisar a rêjîmê de zêdetir ji 10 kesan bidar vekirine û herwisa li girtîgehên din ên rêjîmê de jî zêdetir ji 6 kesên din hatine bidsarvekirin.
Roja Çarşemî 12ê Befranbarê, rêjîma Îranê li girtîgeha Qizilhisarê li bajarê Kerecê de zêdetir ji 10 kesan bidar vekirin ku yek ji wan ê bi navê “Mihemedhusên Mihemedîfer” nêzî 2 salan bû ku li girtîgeha îtilaata rêjîmê a bi navê benda 209 a girtîgeha Êvînê de hatibû hepskirin.
Herwisa li vê rojê de “Mihemedşefî`i Mûsewî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Melayêrê, “Hidayet Qasimî” û 2 kes ji xelkê Efxanistanê ku nasnameya wan nehatiye zanîn li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bender Ebasê, “Mihemedcewad Goderzî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Elîgoderzê û “Pêjman Mesûdî Kûşek” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Yasûcê de hatine bidarvekirin.
Herwisa li roja Sêşemiyê 11ê Befranbarê, “Yawer Ebdulî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Dizfûlê, hatiye bidarvekirin.
Rêjîma Îranê li roja Çarşemiyê de zêdetir ji 16 kes ji girtiyan bidar vekirine ku pitir bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber an kuştina bi zanebûn ji aliyê dadgehên rêjîmê ve sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.