Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çalakvanekî jîngehparêz binçav kir

10:56 - 12 Kanûna Paşîn 2025

Hêzên îtilaat a rêjîma Îranê bê belgeya yasayî, çalakvanekî jîngehparêz ê xelkê gundê Tengîserê ser bi bajarê Sinê bi sedemeke nexuya binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora “Çaw News”ê roja Şemî 22ê Befranbarê, Hêzên îtilaat a rêjîma Îranê bê belgeya yasayî, çalakvanekî jîngehparêz ê bi navê “Jiyan Mîrî” yê xelkê gundê Tengîserê ser bi bajarê Sinê binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka vê raporê, hêzên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî, li taxa “Misnaw” a bajarê Sinê de ew çalakvanê jîngehparêz binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Navbirî pêştir jî çendîn caran bi sedema çalakiyên xwe yên jêngehparêzî, ji aliyê navendên îtilaatî yên rêjîmê ve hatibû banghêjkirin û hatibû girtin.

Rêjîma Îranê bi awayekî berfireh, bê belgeya yasayî çalakvanên medenî û jîngehparêzî binçav dike û bi vê yekê dixwaze rewşeke tirs û samê bi ser xelkê de bisepîne.