Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat daxuyaniyek belav kir

11:01 - 12 Kanûna Paşîn 2025

Piştî derbasbûna salekê li daxwaza pêdeçon bi sizaya sepandî bo her yek ji girtiyên siyasî yên Kurd, Pexşan Ezîzî û Wirîşe Muradî, mixabin parêzerê “Pexşan Ezîzî” ragihand ku sizaya bidarvekirina navbirî ji aliyê dîwana bilind a dadweriya rêjîmê ve hatiye erêkirin.

“Pexşan Ezîzî” sala par li bajarê Têhranê de  hate binçavkirin û heta niha li girtîgeha Êvînê de rastî gelek azar û îşkenceyan hatiye, pêka gotina vê bi xwe û parêzerê vê, endamên malbata vê û gelek ji kesên nêzî vê, bilî gihandina çalakiyên mirovî li warê tendirustî û gihandina hevkarî bi xelkê, ji wan hemû tometên lêdayî, dûr bûye.

Belavbûna nûçeya erêkirina sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî, xelkê Kurdistanê û rêkxistinên parêzvanê mafên mirovî û çalakvanên siyasî û medenî nigeran kirine û li vê derheqê de hewlên cur bi cur digel rêkxistina kempêyna nerizayetî li dijî vê sizaya sepandî û bo ragirtiona vê, têne dan.

Pêla destbiserkirina  çalakvanên siyasî û medenî û herwisa sepandina sizaya nedadperwerane yên cur bi cur bi ser girtiyên siyasî li Kurdistan û dever û cihên din ên Îranê, ji aliyek nîşanderê lawazî û şikesta rêjîmê li hember qeyranên navxweyî û deverî ye ku tûş bûye, û ji aliyê din ve jî tirsa ji teqîna kerb û bêzariya pengurî ya gelên Îranê ku dehan sale têne tepeserkirin.

Rêjîma komara Îslamî wa hizir dike ku bi girtina çalakvanên siyasî û medenî û sepandina sizayên giran û narewa bi ser wan de, dê bikare rewşa tirs û xofê bi ser xelkê û welat de bisepîne û bi xeyala xwe rêgiriyê ji tevgera nerizayetiyan bike. Ew li halekê de ye ku bilî berefirehtirkirina pêla nerizayetiya gelên Îranê li dijî rêjîmê, rêjîm bi xwe bi sedema guherînên deverê û pirsgirêkên bingehîn ên navxweyî, li rewşeke tevav xirab û bi kirîz de ye û bazna alîgirên vê roj bi rojê bertengtir bûye û jêwerîn zêdetir dibe.

Hizba Dêmokrat a Kurdiatana Îranê tevî şermezxarkirina sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî û tevahiya wan girtiyên siyasî ku bi nerewa, sizayên curbicur bi ser wan de hatiye sepandin, piştevanî li her hewlekê bo hilveşandina vê sizaya nedadperwerane bi erkê azadîxwazan bi taybet kom û cîvaka berevanîker ji mafên mirov û welatên dêmokratîk dizane.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navendea Birêvebnerî

11ê Kanûna Duyem a 2025