Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema pêrenegihîştina pizîşkî, girtiyekî canê xwe ji dest da

11:53 - 12 Kanûna Paşîn 2025

Li girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê, girtiyek bi sedema xemsariya berpirsên girtîgehê û pêrenegihştina pizîşkî, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Çaw News”ê, roja Şemî 21ê Befranbarê, girtiyek ê bi navê “Rehman Rezman” ê xelkê bajarê Bokanê, li girtîgeha rêjîmê li wî bajarî de bi sedema xemsariya berpirsên girtîgehê li veguhastiuna lezgîn bo nexweşxanê û pêrenegihştina pizîşkî li beşa dermanî ya girtîgehê, canê xwe ji dest daye.

Herwisa li vê raporê de  hatiye ku navbirî li dema tûşbûn bi sekteya mejî li girtîgehê, bi sedema nebûna alav û dermanên hewce li beşa dermanî ya girtîgehê, ti kar an alîkariyek ji aliyê personelên beşa dermanî ya girtîgehê ve bo zindîragirtina wî ve nehatiye kirin û piştî vegihastina bi gelek derengî bo nexweşxanê, canê xwe ji dest daye.

Navbirî 4 heftiyan berî niha bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hatibû veguhastin, çend rojan berî niha tûşî sekteya mejî bibû û li roja Şemî 21ê Befranbarê li nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.