Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyamê salekê de 345 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

11:37 - 2 Kanûna Paşîn 2025

Gorî wan amar û raporên ku di heyamê salekê de hatine komkirin, anku tenê di sala 2024 a Zayînî deî li Rojhilatê Kurdistanê, 345 kolber û kasibkar, bi sedemên cudaye wek teqa hêzên rêjîmê, teqîna mînan, keftina ji bilindahiyan, bager û kurofe û sir û seqemê, kevtina bin reniyê, hatine kuştin û birîndarkirin.

Kolberniwsê bi piştgirêdan bi amarên komkirî di heyama salekê de ragihan ku 345 kolber û kasibkar hatine kuştin û birîndarkirin.

Di vê raporê de hatiye ku piraniya wan kolber û kasibkaran bi teqeya raste rast a hêzên çekdare rêjîmê li nawşên ser sinûr yan rêkên hatinûçona di navbera bajaran de hatine kuştin û birîndarkirin.

Gorî wê raporê ji hejmara 234 kolberên kû di vê amarê de hatine, 59 kes hatine kuştin, 286 kolber birîndar bûne.  Ji koma wan 345 kolberên ku di heyamê salekê de hatine kuştin û birîndarkirin, 259 haletên wê bi sedema teqeya rasterast a hêzên çekdare rêjîma komara îslamî ve qewmîne.

Gorîv ê amarê di nava wan 345 kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin, 18 ke temenê wan kêmtir ji 18 saliyê bûye, anku di temenê zarotiya xwe de bûne.