Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştina xelkê li Belûçistanê ji aliyê kesên çekdar ve berdewam e

12:19 - 13 Kanûna Paşîn 2025

Li encama teqekirina kesên çekdar li xelkê medenî li Belûçistanê, li vê dawiyê de li bajarê Çabiharê, nûgihanek hate kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Pêka rapora “Kempêyna Çalakvanên Belûç”, roja Înê 21ê Befranbarê, kesên çekdar, li navenda bajarê Çabiharê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, teqe li dukanekê kirine ku li encamê de nûgihanekî temen 17 salî yê bi navê “Danyal Berahoyî” hatiye Kuştin û 2 birayên wî yên bi navên “Armîn Berahoyî temen 19 salî û Şehran Berahoyî yê temen 25 salî” digel kesekî din ku nasnameya wî nehatiye zanîn, birîndar bûne.

Pêka vê raporê ew ew 3 bira xelkê bajarê “Îranşehr”ê û kurê “Xalid” in ku li Çabiharê de niştecî bûne.

Pêka vê raporê li sala 2024 a Zayînî de kuştina 305 kes û birîndarbûna 183 kes ji xelkê Belûçistanê li encama teqeya kesên çekdar de hatine tomarkirin ku bi berhevdanîn digel sala 2023, %96.66 zêde bûye.