120 çalakvanên Siyasî, Medenî û midyayî yên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaza hilveşandina sizaya bidarvekirinê a sepandî bi ser “Pexşan Ezîzî” û girtiyên din kirine.
Deqa peyama wan çalakvanên Kurdistanê wiha ye:
Mafê jiyanê biparêzin
Piştî erêkirina sizaya bidarvekirina “Pexşan Ezîzî” li dîwana bilind a rêjîmê de, pêlek ji nigeranî û nearamiya civakî, bi taybet civatgeha Kurdistanê li xwe girtiye, bi berçavgirtina pirsgirêkên hemûalî û kirîzên ku bi berdewamî pêsîra xelkê û civaka Îranê girtiye û zêdetir jî dibe, sepandin û erêkirina sizayên wiha li vê rewşa metirsîdar de ku pêka ti yasayek hizrî, orfî, hiqûqî û yasayî nîne, em li ser vê bawerê ne ku ew cure sizadan bilî bêhivîtî, cidatiya zêdetir li navbera civak û desthilatê û zêdekirina nerizayetiyan ti destkevtek nabe.
Lewma ew wajokerê vê daxuyaniyê, bi berçavgirtina merc û rewşa bi micid nigeran û nearam a îroyî li civakê, daxwaza sekinandina lezgîn a pêvajoya bidarvekirinê dikin û herwisa em dixwazin li demeke kin de wî sizayê sepandî hilweşînin û pêdaçonekî dubare bi dosyê û dadgehîkirin û sizaya bidarvekirina sepandî bi ser “Pexşan Ezîzî” û herwisa berdewamiya vê yekê bo girtiyên din ên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de sepandine, wek hewcehiyek hestiyar û lezgîn daxwaz dikin.