Hevwelatiyekî xelkê bajarê Xaşê, li rêya Cûjik bo Xaşê de li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên leşkerî yên rêjîma Îranê canê xwe ji dest da.
Pêka rapora jêderên belûçî, roja 23ê Befranbarê, hevwelatiyekî Belûç ê bi navê “Arif Kurd” ê temen 35 salî û xelkê gundê “Gizik”ê li devera Singan ê ser bi bajarê Xaşê, li ser rêya Cûjik bo Xaşê de li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên rêjîma Îranê hate kuştin.
Pêka vê raporê, hêzên leşkerî yên rêjîmê, bê agehdarkirina berê maşîna wî hevwelatiyî dane ber gulleyan ku maşîna navbirî ji aliyê maşîneke dinê ve di halê rakêşanê de bûye.
Li vê raporê de hatiye ku “Arif Kurd” bavê sê zarokan e û piştî birînadrbûn bi çendîn gulleyên hêzên rêjîmê piştî veguhastin bo navendên pizîşkî, canê xwe ji dest daye. Termê navbirî heta dema belavbûna vê nûçeyê radestî malbata wî nehatiye kirin.
Rêjîma Îranê li deverên Sîstan û Belûçistanê kirine padiganên leşkerî û ev herêm weke meydana şer lêkiriye, rojane xelkê didne ber guleyan û dikujin û birîndar dikin, malên Belûçan pê lodêr û boldizêran xirab dikin, xelkê bê mal û hal dikin û koça zoremilê didne pêşiya wan, ti cure xizmetguzariyek li çinine û ….
Hêzên hov ên rêjîmê bi awayê xoserane û bê hebûna ti hêcet an belgeyeke yasayî, li nava bajaran de bi awayê rasterast teqê li xelkê dikin û heta niha li vê derheqê de ti kesek nehatine girtin.