Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê salek girtîgeh bi ser lêkolerekî xekê bajarê Urmiyê de sepand

11:49 - 14 Kanûna Paşîn 2025

Lêkolerekî Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê ku sernivîserê kovara heyvane ya navnetewî ya “Lêkolînên Gelan”e, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve salek girtîgeh û sizaya 2 sal qedexeya çalakî li torên civakî bi ser de sepand.

“Ejder Pîrî” yê temen 36 salî û sernivîserê kovara heyvane ya navnetewî ya “Lêkolînên Gelan” ji aliyê taya 3 a dadgeha înqilab a rêjîmê li bajarê Kerecê ve bi tohmeta "propagana li dijî rêjîmê" salek sizayê girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Pêka vê raporê, dadgeha rêjîmê bilî sepandina salek sizaya girtîgehê bi ser wî welatiyê Kurd,  çalakîkirin li torên civakî jî bo navbirî heta 2 salan qedexe kiriye.

Roja Duşemî 30ê Rezbera 1403 a Rojî, hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Kerecê, bi êrîşkirin bo ser mala Ejder Pîrî, ev lêkolerê Kurd binçav kiribûn.

Hêzên îtiaata rêjîmê li dema binçavkirina Ejder Pîrî de, mala wî jî vekolîbûn û dest bi ser hinek alavên wî yên kesîn wek telefon û leptap de girtine.

navbirî piştî 26 roj ji binçavkirinê, li 25ê Xezelwera îsal bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî û bi awayê demkî, heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.