Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, 2 girtiyên din jî bidar vekirin

11:52 - 14 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya pêla bidarvekirina girtiyan li girtîgehên rêjîma Îranê de, 2 girtiyên din jî li girtîgehên rêjîmê li bajarên “Erak û Simnan”ê de hatine bidarvekirin.

Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja Yekşemî 23ê Befranbarê, girtiyek bi navê “Pûya Eskerî”, temen 37 salî û xelkê bajarê “Erak”ê ku pêştir ji aliyê dadgeha rêjîmê ve bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha rêjîmê li bajarê “Erak”ê de hate bidarvekirin.

Herwisa li vê rojê de girtiyekî din bi navê “Ceifer Felah”, temen 44 salî û xelkê Zîbaşehr a bajarê Têhranê, ku 3 salan berî niha bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê “Simnan”ê de hate bidarvekirin.

Pêla berfirehe bidarvekirina girtiyan li Îranê ji aliyê rêjîmê ve berdewam e û vê rêjîmê ji destpêk heta  23ê vê heyvê, zêdetir ji 100 kesî li girtîgehên xwe de bidar vekirine.

Rêjîma Îranê bidarvekirin û sepandina sizaya bidarvekirinê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê bi kar tîne.