Çendîn kombûnên nerizayetî li roja Dûşemî 24ê befranbarê, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine bi rê ve birin.
Li Rojhilatê Kurdistanê de malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li bajarê Sinê, bi sedema nerizayetiya xwe ji stada birêveberî û teavon a spaha pasdaran a terorîst ku xwediyê pişkên vê şirketê ye, bi nivîsandina daxwaziyên xwe li ser plakardan, daxwaziyên xwe dubare kirin û rûberûyê bîna vê îdareyê li bajarê Sinê, kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Kedkarên jikarderxistî yên petrokîmiya Erxewan Goster a Îlamê li rûberûyê holdînga “Xelîcê Fars” li bajarê Têhranê de kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.
Li bajarê Şîraz û Îsfehanê de jî malnişînkiriyên îdareya muxabirat li rûberûyê bînaya navendî ya Muxabirat li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Li bajarê Reştê de jî werzêrên çandina darên senûber, kedkar û berhemhêneran li rûberûyê bînaya parêzgariya rêjîmê li wî bajarî kom bûn û nerizayetiya xwe dane xuya.
Herwisa pêşkirên xaniyê Meskenê Millî li bajarê Qezwênê li dserheq bersivnedana berpirsên pêywendîdar û çendîn mijarên din kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Herwisa xwediyên kamiyonan yên bajarên “Nehbendan û Serbîşê” li bajarê Bîrcendê li parêzgeha Xurasanê li derheq ragirtina karta şewata kamiyonan, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.