Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera girtiyekî siyasî piştî derbasbûna 10 rojan hêj nerohn e

11:40 - 2 Kanûna Paşîn 2025

Piştî derbasbûna 10 roj ji binçavkirina welatiyekî Kurd li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê, qedera wî her bi nerohnî maye, rêjîma Îranê tohmeta encamdana çalakî li dijî ewlehiya netewî bi wî welatiyî dane.

Pêka raporên belavbûyî “Kêywan Reşozade” ku 10 rojan berî niha bi tohmeta encamdana çalakî li dijî ewlehiya netewî ya rêjîma Îranê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha îdareya îtilaat a rêjîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin, hêj qedera wî bi nerohnî maye.

Navbirî roja derbasbûyî, ji girtîgeha itilaat a rêjîmê bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û her qedera wî bi nerohnî maye û li benda siyasî a vê girtîgehê de maye.

Hevdem digel berfirehtirbûna binçavkirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, qedera 5 welatiyên Kurd li bajarên Sayînqela, Şino û Mihabadê, piştî derbasbûna zêdetiur ji 5 rojan hêj bi nerohnî maye.

Heyamek e ku rêjîma Îranê bi awayê xoserane û bê belgeya yasayî bi tundûtîjiyê ve welatiyên Kurd binçav dike.