Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li bajarê Sinê de ciwanekî temen 30 salî yê xelkê wî bajarî bi awayekî xoserane û bê belgeya yasayî girtin û bo ciheke nexuya, veguhastin.
Pêka raporên belavbûyî, roja Dûşemî 24ê Befranbarê, “Ferhad Minberî”, temen 30 salî, kurê “Mihemedrehîm”, xelkê gundê “Niyer”ê ser bi bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve li meydana “Iqbal” a bajarê Sinê de bi awayekî xoserane hatiye girtin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Li halekê de ku binçavkirina xoserane ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê ve berdewam e, qedera wan hêj nexuya ye.
Heta belavbûna vê nûçeyê, sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser “Ferhad Minberî” û cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.