Hejmareke zêde ji xelkê bajarê Erakê bi sedema lewitîn û pîsbûna hewa û hejmarek ji perestarên nexweşxaneyan li bajarê Şûşterê, kombûna nerizayetî lidar xistin
Roja Sêşemî 25ê Befranbarê, hejmareke zêde ji xelkê bajarê “Erak”ê bo nîşandana nerizayetiya xwe li bikaranîna nefta reş anku “Mazot”ê li wizegehên berqê û pisbûn û lewitîna hewayê wî bajarî rêpîvaneke berfireh li şeqamên wî bajarî de bi rê ve birin û kombûna nerizayetî, lidar xistin.
Rêjîma Îranê gaza hewce bo berhemanîna berqê li wizegehan dabîn nake û zêdetir hinarde dike, lewma hejmareke zêde ji wizegehên berqê û rêjeyeke gelek zêde ji şirket û kargehên pîşeyî û berhemanînan karê xwe bi vê sedemê sekinandine.
Rêjîma Îranê nefta reş anku mazotê bo beşek ji wizegehan dişîne ku bo berhemanîna berqê bi kar bînin ku lewtîn û pişbûna hewa li pey xwe aniye.
Herwisa roja pêştir jî hejmarek ji perestarên nexweşxaneya “Xatemulenbiya” ya bajarê Şûşterê ser bi parêzgeha Xûzistanê, kombûneke nerizayetiyê li vê nexweşxaneyê de lidar xistin û daxwaza pêregihîêştin bi pirsgirêkên jiyan û herwisa çareserkirina pirsgirêkên wan ên karî kirine.