Çendîn roj e ku ji aliyê navend, sazî û kesayetiyên curbicur, sedndîka û aliyên cuda, sizaya bidarvekirin a Pexşan Ezîzî, bi awayekî berfireh tê şermezarkirin û daxwaz hilveşandina vê sizayê tê kirin.
Li berdewamiya şemerzxakirin a sepandina sizaya bidarvekirinê bo ser “Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî û girtiyên din” ên ku sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin navendên medenî siyasî, sendîkayî, aliyên siyasî û hejmarek ji welatên biyanî daxwaza hilveşandina sizaya bidarvekirina Pexşan Ezîzî û girtiyên din kirine.
Li vê de derheqê de wezareta derve ya Amerîkayî, 50 mamosta û zanayên olî yên Kurdistanê, dayîkên şehîdên Kurdistanê yên şoreşa Jînayê, 120 çalakvanên Siyasî, Medenî û midyayî yên Kurdistanê, 68 rêkxiravên mafê mirovî û mafê jinan, Eniya Yekgitiya Kurd, zêdetir ji 70 girtiyên siyasî li girtîgehên rêjîmê,karnasên saziya Netewên Yekgirtî, saziya Lêbihorîna Navnetewî û çendîn, Yekîtiya Jinên Dêmokrat ên Kurdistana Îranê, Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdistana Îranê, Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat ên Kurdiatana Îranê, Encumena girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û navenda mafê mirovî ya Çav News û çendîn navendên din ên mafê mirovî, li vê derheqê de daxiyanî belav kirin û tevî şermezarkirina erêkirin a sizaya bidarvekirinê bi ser Pexşan Ezîzî li dadgeha bilind arêjîma Îranê û herwisa sepandina sizaya bidarvekirinê bi ser wirîşe Muradî û girtiyên din ên ku rêjîma Îranê bi ser wan de sizaya bidarvekirinê sepandiye, daxwaza hilveşandina vê sizaya sepandî û nehiştina sizaya bidarvekirinê li yasayên dadwriya rêjîma Îranê de kirine.