
Balafireke hêza întizamî ya rêjîma Îranê li nêzî bajarê Reştê kevte xwarê û 3 fermandeyên payebilind ên hêza întizamî ya rêjîma Îranê li vê bûyerê de hatine kuştin.
Balafira fermandehî ya hêza întizamî ya rêjîma Îslamiya Îranê li roja Çarşemî 26ê Befranbarê li nêzî devera “Kûçêsfehan” a bajarê Reştê kevte xwarê û 3 fermaneyên payebilind ên hêza întizamî ya rêjîma Îranê yên bi nasnavên “ Îbrahîmzade, Xwansarî û Fêyzîpûr” ku pileya serhengî hebûne, hatine kuştin.
Kevtinexwarê ya vê balafira rêjîmê cihê şik û gumanê ye û heta niha rêjîma Îranê li derheq sedema kevtinexwarê ya vê balafirê, ti zanyariyek belav nekiriye, ew duyemîn bûyera cihê şik û guman a kevtinexwarê ya balafirên rêjîma Îranê ye û kesên li wan balafiran de hemû hatine kuştin û çetra xwerizgarkirin li wan 2 bûyeran de nehatiye bikaranîn û an derfeta bikaranîne nebûne.
Pêka gotina fermandeyê întizamî yê rêjîma Îranê li parêzgeha Gîlanê, demjimêr 10 û 10 xulekên sibêdeha roja Çarşemiyê, ew balafir kevtiiye xwarê û pêka gotina wî berpirsê rêjîmê, ew balafir ji balafirxaneya Mêhrabad a Têhranê bo aliyê balafirxaneya Reştê bi rê kevtibû.
Heta niha rêjîmê li derheq sedema kevtinexwarê û herwisa cura balafirê, ti zanyariyek belav nekiriye.
Li bûyerên hevşêwe de jî rêjîmê sedema kevtinexwarê bi pirsgirêkên teknîkî ve girê dane.