Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê piştevanê terorîzmê ye û li pey terorkirina Donald Trump de bû

11:52 - 16 Kanûna Paşîn 2025

Berbijêrê Donald Trump bo Wezareta Derve ya Amerêkayê, “Marko Robiyo” li meclîsa Sena ya Amerîkayê de ragihand ku rêjîma Îranê her ew rêjîme ku piştevanê terorîzmê ye û li pey terorkirina Donald Trump de bû.

Roja Çarşemî 26ê Befranbarê, “Marko Robiyo” Berbijêrê Donald Trump bo Wezareta Derve ya Amerêkayê li axaftinên xwe de li Senaya Amerîkayê, ragihand ku xelkê Îranê û rêjîma Îranê ji hev cuda ne, niha rêjîma Îranê li bêhîztirîn rewşê de ye û nabe ti imtiyazek bi rêjîma Îranê bo berhemanîna çeka navkî bê danê an bi rêya milîsên xwe li ser welatên deverê bibe gef.

Navbirî li derheq rêjîma Îranê got ez bînme bîra ve ku rêjîma Îranê her ew rêjîm e ku mezintirîn piştevanê terorîzmê ye û li pey terorkirina Donald Trump li axa Amerîkayê de bû.

Herwisa senator “Cêmz Rîş” serokê komarîxwazan li Senaya Amerîkayê, tevê tekezî li ser axaftinên marko Robiyo gotiye: “Marko Robiyo dizane ku hewce ye givaşa herî zêde bêxin ser rêjîma cinayetkar a Îranê”.

Serkomarê rêjîma Îranê “Mesûd Pizişkiyan li vê derheqê de îdia kir ku rêjîmê ti car ti pîlanek bo terorkirina Donald Trump nedaniye!