Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat li Rojhilatê Kurdistanê, xwe bo 2ê rêbendanê amade dikin

12:10 - 16 Kanûna Paşîn 2025

Li devedevê 79emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê ku li 2yê Rêbendan a sala 1324 a Rojî li Rojhilatê Kurdistanê, ciwanên şoreşvan û endam û alîgirên Hizba Dêmokrat xwe bo pirzkirina vê roja dîrokî amade dikin.

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û ciwanên şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê li devedevê 79emîn salvegera avakirin a Komara Kurdistanê, xwe bo pirzkirina vê roja dîrokî amade dikin û bi amadekirina  Alaya pîroza Kurdistanê, dirûşm û trakt û wêneyên taybet bi vê roja pîroz a dîroka Kurdistanê, bi bilind ragirin.

Komara Kurdistanê di 2yê Rêbendana 1324 a rojî de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Hizba Dêmokrat a Kurdistanê bi rêberatiya “Pêşewa Qazî Mihemed” hate ragihandin.

Hemû salan xelkê Rojhilatê Kurdiatanê, ciwanên bivêr, xweragir û şoreşvean ên Rojhilatê Kurdistanê, endam û alîgirên Hizba Dêmokrat bi awayekî berfireh vê roja pîroz bi bîr tînin û çalakiyên teblîxî yên cur bi cur bi rê ve dibin.