Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên îtilaata rêjîmê bi awayekî hovane, 2 ciwanên xelkê bajarê Nexedê binçav kirin

12:13 - 16 Kanûna Paşîn 2025

Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala 2 welatiyên xelkê bajarê Nexedê û bi awayekî tundûtîj û bi lêdan û kutanê li ber çavê malbatên wan, ew girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, sibêdeha roja 24ê Befranbarê, hêzên hov ên îtilaata rêjîmê yên li bajarê Nexedê, bê belgeya yasayî û bi awayekî xoserane, êrîş kirine ser mala 2 welatiyên xelkê bajarê Nexedê yên bi navên “Celal Mihemedî û Xalid Mihemedî” û bi awayekî tundûtîj û hovane , bi lêdan û kutanê li ber çavê malbatên wan, ew girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka dawî raporên belavbûyî heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtiuna wan 2 ciwanên Kurd ku kurmamê hev in nehatiye zanîn.

Herwisa ciwanekî xelkê xelkê Dîwanderê bi navê Seywan Xefûrîli bajarê Sinê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîmê ve bi tundûtîjî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhestin.

Girtina bê belgeya yasayî û xoseraneya welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hov ên îtilata rêjîmê ve li bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û heta niha dehan kes ji aliyê hêzên îêtilata rêjîêmê li wan çend rojên derbasbûyî de hatine girtin û heta niha jî qedera wan nexuyaye.