Piştî sekinîna kar li şirket û kompaniyên berhemanîn û wizegehên berqê û pîşeya pola û berhemanînên din li Îranê, 12 şirketên din ên petrokîmî li Îranê de bi sedema nebûna gazê karê xwe sekinandin.
Roja Çarşemî 26ê Befranbarê, “Ehmed Mehdewiyê Ebherî” serokê encumena karferma ya petrokîmiyê daye zanîn ku bi sedema nebûna gazê, gaza 12 petrokîmiyan hatiye qutkirin û rojane zêdetir ji 14 milyon Dolar xisarê digehîne hinardekirina berhemên me û aboriya Îranê.
Herwisa navbirî tevî îşarekirin bi sekinîna kar li wan 12 petrokîmiyan daye zanîn ku bi sedema bilindbûna nirxa Dolar, nirxa madeyên bingehîn ên berhemanîna pilastîkan jî bilind bûne û li bazaran de jî danûstandin û ticarek bi Dolar tê kirin û li vê yekê de jî em rastî xisar, zirar û pirsgirêkan tên.
Herwisa navbirî eşkere kir ku 4 salan berî niha, zêdetir ji 10 lihevkirin digel wezareta neftê encam dane, lê heta niha ti ji wan lihevkirnan bi rê ve neçone.
Navbirî ragihand ku nirxên ragihandî yên fermî bo berhemên petrokîmiya serast nînin û pêka nixa dolar gelek bilintir bûne.