Hêzên Îtilaat rêjîmê li bajarê Mihabadê, 2 welatiyêln Kurd bi sedemke nexuya binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastine, herwisa îtilaat rêjîmê 58 welatî bi sedema liberkirina kincên Kurdî gazî kirine.
Îtilaat rêjîmê roja Duşemî 10ê Befranbarê, “Mihemed Bekrî” yê temen 43 salî xelkê bajarê Mihabadê binçav kirin û roja pêştir jî birayê wî yê mezin “Xalid Bekrî” ê temen 46 salî li rêya Mihabad-Serdeştê de binçav kiribûn, hêzên rêjîmê ew 2 birayên Kurd bo ciheke nexuya veguhastine.
Hêzên îtilaata rêjîmê bi awayê xoseranê û bê hebûna belgeya yasyî ew 2 bira binçav kirine û heta niha jî sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wan welatiyên Kurd û cihê ragirtyina wan nexuya ye.
Herwisa 58 welatiyên xelkê bajarên “Pîranşar, Şino, Mihabad û Bokanê” bi sedema liberkirina kincên Kurdî li dawetekê de li bajarê Pîranşarê û lidarxistina govend û dîlan bi kincên resen ên Kurdî, bo taya 1 a dadgeha rêjîmê li bajarê Pîranşarê, hatine banghêjkirin.
“Kolber News”ê tevî belavkirina navê wan welatiyan daye zanîn ku rêjîmê 5 roj derfet daye wan welatiyan ku xwe bi vê taya dadgeha rêjîmê bidin nasandin.