Li sînorê bajarê Merîwanê û sînorê bajarê Pawê, 2 kolber bi îşkencekirin û kutanê ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîmê hatine birîndarkirin ku rewşa tendirustiya yek ji wan nebaşe.
Pêka rapora “Kolber News”ê, roja Çarşemî 26ê Befranmbara 1403 a Rojî, hêzên hov ên sînorî li “Milendû” ya ser bi bajarê Pawê, kolberekî xelkê bajarê Merîwanê ku nasnameya wî nehatiye zanîm, li halekê de ku ti barek jî nebûye bi dijwarî kutane û bi îşkencekirinê bi dijwarî birîndar kirine ku bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxanê hatiye veguhastin û pêka raporên belavbûyî rewşa wî kolberî nebaş e.
Herwisa û li vê derheqê de roja Yekşemî 23ê Befranbarê, kolberek bi navê “Mihemed Weysî”, xelkê bajarê Seqizê, li halekê de ku ti barek nebûye li sînorê “Hencîran”ê ser bi bajarê Merîwanê, rastî lêdan û îşkencekirina hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê hatiye û piştî lêdan û kutanê bi awayekî nemirovane û dûr ji hemû pirensêpên exlaqî li vê sir û sermayê de kincên wî, jê standine û bê kinc azad kirine.
Pêka rapora “Kolber News”ê îşkencekerê wî kolberî, yek ji hêzên hov ên sînorî yê bi navê “Kêywan Moezzemî” bûye.