Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û milîsên Hemasê, agirbesta demkî li Xezê erê kirin

12:19 - 16 Kanûna Paşîn 2025

Piştî çendîn pisrgirêkan, bi bandora Amerîkayê, Îsraîl û milîsên Hemasê, xalên agirbesta demkî li Xezê erê kirin û pêvajoya aşitî li xezê dest pêkir ku keyfxweşiya xelkê Xezê û Îsraîlê li pey xwe anî.

Tevî hemû pirsgirêkan, li encamê de Îsraîl û milîsên Hemasê, li jêr bandora Amerîkayê de agirbesta demkî ya pêşniyarkirî ya Amerîkayê erêkirin û pêvajoya aşîtî li Xezê dest pêkiriye ku keyfxweşiya xelkê Xezê û Îsraîlê, û şikesteke din bo rêjîma îflaskiriya Îranê li pey xwe anî.

Li vê derheqê de Binyamîn Netanyaho, serokwezîrê Îsraîl, spasî ji Donald Trump û Joe Bidên ê Serkomarê Amerîkayê kir ku bi alîkariya wan, ev agirbest hatiye erêkirin û navbirî pêbendiya xwe bi vegerandina hemû barimteyên li destê milîsên Hemasê ragihand.

Li vê dawiyê de Donald Trump bi tekezî ragihand ku “êdî bi ti awayek Xeze nabe penageha terorzmê”.

Herwisa Joe Biden, Serkomarê Amerîkayê ragihand ku bidestveanîna aşîtî li Xezê, encama givaşa dijwar bo ser Hemasê, guherîna hevsengiyan li deverê piştî agirbesta Lubnanê û bêhêzbûna rêjîma Îranê û dîplomasiya pêdegir a Amerîka, Qeter û Misrê ye.

Yêk ji xalên herî girînge vê rêkevtina agirbestê eve ku êdî Hemas niha pêde li Xezê de deshilatdar nabe.

Zêdebarî evê ku li heyamê sala derbasbûyî de Xeze bi temamî ji aliyê Îsraîl ve hatiye vêrankirin, nêzî 50 Hezar kesî hatiye kuştin, bi milyonan xelk bê mal û hal û avare bûne, li dema ragihandina nûçeya rêkevtina li ser agirbestê, xelkê Xeze û Lubnanê rijiyane ser şeqaman û şadî û keyfxweşiya xwe nîşan dan.

Rêjîma fitneçiye Îranê jî ku sebebkarê hemî şer û malvêraniya xelkê Felestînê û Xezê û Lubnan û Sûriyê û yemenê ye, çi jêre nema û radigehîne ku Îsraîl li Xezê de şikest xwar lewra teslîm bû û agirbest qebûl kir.