Li derheq egera bidarvekirina Pexşan Ezîzî, girtiya siyasiya Kurd, 5 rêkxiravên sinfî yên Hizba Dêmokrat daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Yekîtiya Jinan, Ciwanan, Xwendekaran, Encumena Girtiyên Siyasî û navenda Mafê Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê: erêkirina sizaya bidarvekirin a Pexşan Ezîzî bi tuntîrîn şêwazê şerçezar dikin”.
Li beşeke vê dqaxuyaniyê de hatiye: Komara Îslamiya Îranê li dîroka desthilatdariya xwe de bi berdewamî mafê bingehîn ên hemû çîn û qatên civaka Kurdistanê bi taybet jinên Kurd binpê kiriye, li hemen demê de jî jinên xebatkar û pêşengên li nav civakê bo tirsandinê bi tuntirîn şêwazê sizabi ser wan de sepandin, lê berwajî û bi şêwazeke cuda, jin li hember vê desthilata dagîrker sekinîne û li pêxema armanc û nirxên mirovî qurbanî dane.
Niha zêdetir ji 3 girtiyên siyasî yên Kurd bi navên “Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî û Bêhrûz Îhsanî Îslamlû” sizaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin li vê navberê de sizaya bidarvekin a Pexşan Ezîzî a alîkarê civakî, ji aliyê taya 29 a dîwana bilind a rêjîmê Îranê ve hatiye erêkirin û egera cîbicîkirina vê sizakirina nedadperwerane heye.
Di dawiya daxûyaniya wan 5 rêkxistinan de hatiye: Lewma em wek 5 rêkxiravên sinfî û mafê mirov, tevî şermezarkirina tund a vê sizaya nedadperwerane nigeraniya xwe li derheq egera bidarvekirina Pexşan Ezîzî didin xuya û daxwaz ji civaka Kurdistan, Îran û hemû rêkxiravên navnetewî yên berevanê mafê mirov dikin ku rêgirî ji birêveçona vê sizaya sepandî bikin.
Yekîtiya Jinên Dêmokrat ên Kurdistana Îranê
Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat ên Kurdistanê
Yekîtiya Ciwanên Dêmokrat ên Rojhilatê Kurdistanê
Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê
Navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê “Çaw News”
25ê Befranbara 1403 a Rojî