Divê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî demildest bê ragirtin û Pexşan Ezîzî bê berdan
Dadgeha Bilind a Dewleta Îranê cezaya darvekirinê yê ku li aktivîsta kurd Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kir. Herweha wan belgeyên ku ji bo parastina Pexşan Ezîzî hatibûn pêşkêş kirin, ji aliyê dadgehê ve hatîye redkirin.
Pexşan Ezîzî ji bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Parêzvana mafê jinan, parêzvana mafê mirovan, aktîvîsta civakî û rojnamevana kurd Pexşan Ezîzî, gelek caran ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Dewleta Îranê ve hatîye girtin. Herî dawî jî di sala 2023yê de, bi tometbar kirina ku ‘’li dijî dewletê şer dike’’hatîye girtin û di derbarê wê de, ji alîyê şaxa 26emîn ya Dadageha Şoreşê ya Tehranê ve cezaya darvekirinê hate dayîn. Nuha jî ev biryara darvekirinê hatîyê erê kirin.
Em biryara Dadgeha Bilind a Dewleta Îranê ya ku hemû pîvanên hiqûqî, pîvanên mafê mirovan binpê dike, şermezar dikin.
Em bangî hemû alî û kesayetên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û cîhanê, aştîyê, mafê mirovan, hiqûqa gerdûnî diparêzin dikin da ku li himberî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî dengê xwe bilind bikin û zextê li Dewleta Îranê bikin.
Em banga Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê û dezgehên mafê mîrovan yên navneteweyî dikin da ku ji bo biryara darvekirina Pexşan Ezîzî demildest bê ragirtin û Pexşan Ezîzî bê berdan li ser Dewleta Îranê zextên xurt û encamgir deynin.
Divê biryara darvekirina Pexşan Ezîzî demildest bê ragirtin û Pexşan Ezîzî bê berdan.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
16ê Kanûna Duyem a 2025an