Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çekdarên nenaskirî li Belûçistanê, starnbêjekî Belûç kuştin

11:13 - 18 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya kuştina xelkê medenî ji aliyê çekdarên nenaskirî ve li Belûçistanê, ciwanekî xelkê bajarê Mîrcawê ku stranbêj bûye, ji aliyê çekdarên nenaskirî hate kuştin û kesekî din jî hatiye birîndarkirin.

Pêka rapora “Halveş”ê roja Pêncşemî 27ê Befranbarê, stranbêjek ê bi navê “Seîd Perdîs” li dukana wî de li bajarê Mîrcawê, ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hate kuştin û pêka vê raporê li dema vê êrîşê de demûdest canê xwe ji dest daye.

Herwisa kesek ku li vê demê de ji wir derbas bûye li vê êrîşa çekdarane de gulleyk bi bêyekî wî kevtiye û birîûndar bûye.

Pêka vê raporê, êrîşker ku siwarê maşînekê bûne li demjimêr 2 û 30 xulekên piştî nîvro bi awayê rasterast teqe li wî stranbêjê Belûç kirine.

“Seîd Gengozihî”  naskirî bi “Seîd Perdîs” yek ji stranbêjên hejêkirî yê xelkê Belûç li devera Serhedê de bûye.

Tevî hemû îdiayên aramaiya devera Belûçistanê ji aliyê berpirsên rêjîmê, xelkê medenî li roja rohn û ber çavê xelkê têne kuştin û heta niha rêjîmê li çendîn bûyerên wiha de ti kesek binçav nekirine û gelek caran bi xwe jî bê hebûna ti hêcetek û bê agehdarkirin an huşdarîdanekê teqe li xelke medenî kirine û heta niha çendîn kes ji xelkê Belûçistanê bi wî awayî li wan çend rojan de hatine kuştin.