Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa mafê mirov li Îranê li sala 2024, xirabtir ji berê ye

11:18 - 18 Kanûna Paşîn 2025

Rêkxistina Çavdêrê Mafê Mirovî li rapora xwe ya salane de daye zanîn ku rewşa mafê mirovî li Îranê li sala 2024 de xirabtir ji berê bûye û piştî kuştina Îbrahîm Reîsî yê serkomarê ber yê rêjîmê, rewş hêj xirabtir bûye.

Rêkxistina Çavdêrê Mafê Mirovî li rapora xwe ya salane de ku li roja Pêncşemî 27ê Befranbarê belav kiriye û li derheq rewşa mafê mirov li welatên cuda ên cîhanê de hatiye amadekirinê, li derheq rewşa mafê mirov li Îranê de daye zanîn ku rewş li Îranê li sala 2024 de xirabtir ji berê ye

Vê saziya mafê Mirovî li rapora xwe de tekezî kiriye ku piştî kuştina Îbrahîm Reîsî yê serkomarê pêştir ê rêjîma Îslamiya Îranê li kevtinexwarê ya hêlîkopterê de û destpêka hatineserkar a “Mesûd Pizîkiyan” wek serkomarê nû yê rêjîma Îranê, rewşa mafê mirovî li Îranê ne ku baştir nebûye, belku hêj gelek xirabtir jî bûye

Pêka vê raporê, li sala 2024 a Zayînî de tepeseriya rêkxistinkirî ya çalakvanên mafê Jinan, neteweyên cuda û kêmaniyên olî û endamên malbatên qurbaniyan û girtiyan ên li xwenîşandanên nerizayetî yên dijî rêjîmê, berdewam bûye û bi taybet rêjeya bidarvekirinan li vê salê de bi awayekî berçav, zêdetir bûye.