Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyekî din ê Kurd bidar vekir

11:21 - 18 Kanûna Paşîn 2025

Li berdewamiya bidarvekirina girtiyan li Îranê, cîwanekî temen 36 salî yê xelkê bajarê Sewlawayê ser bi parêzgeha Sinê, ji aliyê rêjîma Îranê ve li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê de hate bidarvekirin.

Pêka rapora Kurdpayê, sibêdeha roja Pêncşemî 27ê Befranbara 1403 a Rojî, girtiyek li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê de bi navê “Seywan Yeqûbî” temen 36 salî, kurê “Ebdulsemed” ê xelkê gundê “Bêsaran”ê ser bi bajarê Sewlawayê, li girtîgeha rêjîmê li bajarê Sinê de hate bidarvekirin.

Navbirî roja pêştir bi armanca bidarvekirinê bo odeya takekesî ya vê girtîgeha rêjîmê hatibû veguhastin.

“Seywan Yeqûbî” 3 salan berî niha bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” ji aliyê rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û piştre li dadgeha rêjîmê de bi vê tohmetê, sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Heta niha bidarvekirina wî wekatiyê Kurd ji aliyê navendên fermî yên rêjîmê û ragihandinên navxwe yên rêjîmê ve nehatiye belavkirin.

Rêjîma Îranê sepandina sizaya bidarvekirinê û birêvebirina vê, wek alavek bo tepeserkirina zêdetir a xelkê Îranê, bi taybet gelê Kurd bi kar tîne û pêka dawî raporan, bi awayê nêvincî, rêjîma Îranê her rojê 5 kesan bidar diveke.