Hêzên hov ên îtilaata rêjîmê, ji heyamek berî niha ve bi awayekî berfireh û xoserane, bê belgeya yasayî, dest bi binçavgirina hovane û tundûtîj a welatiyên Kurd kirine.
Pêka rapora Kurdpayê, roja Pêncşemî 27ê Befranbarê, “Eyûb Armend”, temen 35 salî û bavê zarokekî yê xelkê bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata rêjîmê li wî bajarî, bi awayekî tundûtîj û xoserane û bê belgeya yasayî hatiye girtin û sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina navbirî, rohn nîne.
Herwisa li vê rojê de birayê Şehîd “Mihemed Hacîresûlpûr” ê bi navê “Idrîs Hacîresûlpûr”bi armanca cîbicîkirina sizaya sepandî bi ser wî welatiyê Kurd hate binçavkirin û bo girtîgeha rêjîmê li bajarê Bokanê hate veguhastin, navbirî bi tohmeta propaganda li dijî rêjîmê, 3 heyv girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
Li roja Dûşemî 24ê Befranbarê “Seywan Xefûrî” temen 29 salî, xelkê bajarê Dîwanderê û rûniştiyê bajarê Sinê, ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê li bajarê Sinê, bê belgeya yasayî hate binçavkirin û bo lêpirsînan bo girtîgeha îtilaat a rêjîmê li bajarê sinê hate veguhastin û ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyê Kurd ti zanyariyek belav nebûye.
Li vê rojê de welatiyekî xelkê gundê “Nê” ser bi bajarê Merîwanê yê bi navê “Kawan Kesrayî” ku bavê zarokekî ye ji aliyê hêzên îtilaat a rêjêîmê li bajarê Merîwanê de girtin û heta niha sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser wî ciwanê Kurd û cihê ragirtina wî, nehatiye zanîn.