Hunermend û starnbêjê gelerî “Kerem Hemîdî” yê devera bajarê Urmiyê, li temenê 80 saliyêê û bi sedema nexweşî û pîriyê, li bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.
Li devera Urmiyê de hunermendekî starnên gelerî yê bi navê “Kerem Hemîdî” birayê hunermend û starnbêjê binavbang ê stranên gelerî yê devera Urmiyê, xwedêjêrazî “Hemîd Hemîdî”, li bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir. Navbirî yek ji stanbêjên navdar ên devera Urmiyê bû ku starnên gelerî disitrandin.
Navbirî li strandina stranên gelerî ku beşek herî giring a dîroka devkî ya Kurdistanê li xwe digre ked û xebateke bi wec hebû û gelek xizmet bi wêjeya Kurdî û stranên gelerî yên Kurdî kirin.
Navbirî wek stranbêjekî gelerî yê nivşa berê, kesekî cihê hejêkirina xelkê deverê û bi taybet hunermend û wêjezanên Zimanê Kurdî bû.
Termê xwdêjêrazî hunermend Kerem Hemîdî bi beşdariya malbat û kesûkar û hejêkiryên wî û huner û dengê wî û gelek hunermend û rewşenbîrên devera Urmiyê, li gundê Talîna Mirgewer a Urmiyê bi axê hatê spartin.
Navenda Ragihandin a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên hunermend “Kerem Hemîdî” û xwe bi hevparê xema wan dizane.